Hewlêr (Rûdaw)- Wana Bakurê Kurdistanê di Sêyemîn Pêşangeha Geştyarî ya Rojhilata Navîn a Hewlêrê tê nasandin.
Sêyemîn Pêşangeha Geştyariyê ya Rojhilata Navîn a Hewlêrê dest pê kir.
Wana Bakurê Kurdistanê bi xwarin û vexwarinên xwe yên xwemalî û potansiyela geştyariyê bala beşdarên pêşangehê kişand.
Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê (Van –TSO) li pêşangehê standa xwe vekiriye û Heyeta Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê berhemên wekî cureyên penêr, qawît, mirtoxe, nanê tenik, kede, mast, hingiv bi beşdaran da tamkirin û berhemên xwemalî yên Wanê da nasandin.
Heyet ji beşdarên ku hatine standa xwe re behsa cihên dîrokî û xwezayî yêm Wanê kir.
Her wiha di heman demê de agahiyên berfireh derbarê cihên dîrokî û geştyariyê yên bajêr hatin dayîn.
Beşdar, bi berçavka rastiya virtual derfet dîtin ku cihên dîrokî û geştyarî yên Wanê bibînin.
Li pêşangehê tê armanckirin ku pêwendiyên çandî, aborî û geştyarî bi Herêma bên xurtkirin.
Hat zanîn ku Serokê Van TSOyê Necdet Takva bi berpirsên kompanyayên geştê, hilberîner û nûnerên medyayê re civiya.
Di nav heyeta VAN TSOyê de Endamên Desteya Birêveber Mahmut Koroglu, Burak Gultepe, Reşît Yaren, Umît Can Sari, Yusuf Konak û Sekreterê Giştî Cengiz Aras cih digirin.
Rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ajansên geştyariyê, karsaz û nûnerên şirketan ên ji Îraq û Rojhilata Navîn tevlî pêşangehê bûbûn serdana standa Wanê kirin.
Her wiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî serdana standê kir.
Serokê VAN TSOyê Mesrû Barzanî vexwend Wanê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse