Li Sêrtê êrişî dawetê hat kirin: Kuştî û birîndar hene

06-06-2025
RÛDAW
Nîşan Sêrt Dawet Êriş Misirc
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê kesekî bi çekê êrişî dawetê kir, kesek hat kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Bûyer vê êvarê li taxa Tekelê a navçeya Misircê ya Sêrtê çêbû.

Li gorî zanyariyan, kesekî ji ber sedemek ku hîn nehatiye zanîn bi çekê êrişî dawetekê kir û 4 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.

Lê yek ji birîndaran tevî hewldanên bijîşkî canê xwe ji dest da.

Kesê êrişkar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat desteserkirin û li derdora nexweşxaneyê jî tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst