DEM Partî: Pêwîstiya me bi rol û piştgiriya Nêçîrvan Barzanî heye

06-06-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tuncer Bakirhan Pêvajoya Nû
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew dê piştgiriya pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bikin.

Tuncer Bakirhan jî got ku ji bo serxistina pêvajoyê pêwîstiya wan bi rola Nêçîrvan Barzanî heye.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi wesîleya Cejna Qurbanê telefonî Serokê Herêma Kurdistanê kir û wî li ser navê xwe û partiya xwe cejna Nêçîrvan Barzanî pîroz kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê wê pêwendiya telefonî de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, Tuncer Bakirhan her wiha cejna xelkê Kurdistanê jî pîroz kir kir û ji bo Nêçîrvan Barzanî û xelkê Kurdistanê hêviya serkeftin û pêşketina berdewam xwest.

Bakirhan ji bo hewl û xebatên wî yên ji bo serxistina pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê spasiya Nêçîrvan Barzanî kir û rêza xwe ji wî re nîşan da.

“Pêwîstiya me dê bi rola Nêçîrvan Barzanî hebe”

Hevserokê DEM Partiyê di hema demê de tekez kir ku ji bo serxistina pêvajoya aştiyê, wekî qonaxên berê, qonaxa niha û paşerojê jî pêwîstiya wan dê bi rol û piştgiriya Nêçîrvan Barzanî hebe.

Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî, tevî pêşkêşkirina pîrozbahiya cejnê, ji wê pêwendiya telefonî spasiya Bakirhan kir.

“Divê hemû kes ji bo pêvajoya aştiyê kar bike”

Nêçîrvan Barzanî her wiha tekezî li ser girîngiya pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir û got:

“Em dê piştgiriya xwe ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê bidomînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê di hemande demê de dubare kir ku pêvajoya aştiyê derfetek e û divê ji dest neyê berdan û hemû kes ji bo serxistina wê kar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst