Li Rihayê qeza: Jinekê canê xwe ji dest da

06-10-2021
RÛDAW
Nîşan Riha Heran Qeza
A+ A-

Hewlê (Rûdaw) Li navçeya Heranê ya ser bi parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê barhilgirekê ji paş ve li traktorekê da û di encam de jina di nav romorka traktorê de canê xwe ji dest da.

Li gor agahiyên hatine belav kirin şofêrê barhilgirê li ser rêya navçeya Heranê ku ber bi navenda parêzgeha Rihayê ve diçû ji paş ve li traktorekê daye û traktor qulibiye.

Di encama lêdanê de jina bi navê Emine Goghan a 55 salî ku di traktorê de bû li cihê bûyerê birîndar bûye. Emîne Goghan piştî ku bo Nexweşxaneya Dewletê ya Heranê hat veguhestin ligel hemû midaxeleyan canê xwe ji dest daye.

Herwiha hêzên emnî hatine cihê bûyerê û şofêrê barhilgirê hatiye desteserkirin û derbarê bûyerê de lêkolîn berdewam in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst