Nêçîrvan Barzanî, Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî pîroz kir

06-10-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê Kurdên Êzidî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî Cejna Cemayê li Kurdên Êzidî pîroz kir û tekez kir ku ew dê wekî her tim parêzerên mafên wan bin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Cejna Cemayê ya Kurdên Êzidî li ser hesabê xwe yê Xê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de anî ziman:

“Ez bi germî û ji dil Cejna Cemayê li hemû welatiyên me yên Êzidî pîroz dikim.

Hêvîdar im cejneke aram derbas bikin û her sal hemû cejn û merasîmên wan û yên hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê bi xêr û xweşiyê pîroz bikin.

Di vê cejnê de em careke din welatiyên xwe yên Êzidî û hemû pêkhateyên din ên Kurdistanê piştrast dikin ku em dê wekî her tim piştgir û parêzerên mafên wan bin û Kurdistan dê ji bo hemûyan her tim wekî welatê bihevrejiyana aştiyane bimîne.”

Cejna Cemayê yek ji cejnên sereke yên Kurdên Êzidî ye û 6ê Çiriya Pêşîn dest pê dike û 7 rojan didome.

Di vê cejnê de gelek merasîmên ayînî tên lidarxistin û Kurdên Êzidî ji seranserî cîhanê berê xwe didin Perestgeha Laleşê.

Li gorî baweriya Kurdên Êzidî, divê her Êzidî di jiyana xwe de carekê bi ava Kaniya Spî werin morkirin.

Her wiha yên li derveyî welêt jî salane vedigerin û xwe bi ava kaniyê mor dikin.

Ji bilî vê, kesên ku ji destê DAIŞê rizgar dibin, ducare bi ava Kaniya Spî tên morkirin da ku “Xweda gunehên wan efû bike”.

Merasîmên cejnê li ser 7 rojan hatine dabeşkirin:

Roja yekem: Merasîma Bêyta Êvarê û Semaya Ayînî tê lidarxistin.

Roja duyem: Tewafa hemû gorên li Perestgeha Laleşê bi bezê tê kirin.

Roja sêyem û çarem: Van merasîman ducare dibin.

Roja pêncem: Merasîma 7 Periyan tê lidarxistin ku 7 keç wekî nîşana 7 melaîkeyan cilên spî li xwe dikin.

Roja şeşem: Merasîma Qebaxê tê kirin. Di vê merasîmê de gayek wekî qurbanî ji bo Xwedawenda Rojê tê serjêkirin û goştê wî wekî xwarineke pîroz tê belavkirin ku jê re dibêjin “Simat”.

Roja heftem: Merasîma Berbersiwarkirinê tê lidarxistin ku nîşana bidawîhatina cejnê ye.

Piştî êrişa DAIŞê ya li Şingalê, Encûmena Ruhanî ya Kurdên Êzidî ev cejn pîroz nekir û merasîmên wê 4 salan hatin rawestandin.

Piştî wê yekê, cejna yekem sala 2018an hat pîrozkirin û ji wê demê ve salane didome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst