WAN - Guhertina navê Kurdî hat protestokirin

Duh li 10:20
RÛDAW
Nîşan Wan Qeyûm Kurdî Perperok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, guhertina navê “Pêşdibistana Perperokê” yê bi Kurdî hat protestokirin.

Birêvebirya qeyûm tabelaya pêşdibistana bi navê "Perperok"ê ya ku ji aliyê Şaredariya BDPyê ve 2015an hatibû vekirin, daxist û li şûna wê tabelaya Tirkî daleqand.

Tabelaya ku li ser "Perperok" hatibû nivîsandin hat rakirin û li şûna wê tabelaya "Kreş ve Gunduz Bakimevi” (Kreş û Mala Lênêrîna Rojane) hat daleqandin.

Saziyên sivîl û ziman ên Wanê doh bi beşdariya Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin ên ji kar hatine dûrxistin û parlamenterên DEM Partiyê kiryara qeyûm a guhertina navê Kurdî bi daxuyaniyekê şermezar kirin.

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedala ku ji kar hatiye dûrxistin got:

“Em êrişên qeyûmên dagirker ên li hemberî zimanê me qet qebûl nakin.

Divê baş bê zanîn ku zimanê Kurdî ji bo me Kurdan xeta herî sor û jêneger e. Mafên zimanên din çi bin mafên zimanê Kurdî jî ew in.”

Şedal dibêje, heta ku zimanê Kurdî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve nebe xwedî statu û hemû astengiyên zagonî û kiryarî yên li pêşiya zimanê Kurdî ji holê neyên rakirin aştiyeke rast û civateke demokratîk pêk nayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst