Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Ewlehiya Navxwe (Asayîş) a Helebê ragihand ku hikûmeta demkî ya Şamê senaryoya serdema Esed ducare dike.
Hêzên Ewlehiya Navxwe ya Helebê îro amarên herî dawî yên şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê eşkere kirin.
Asayîşê kiryarên hikûmeta nû ya Sûriyeyê wekî "dubarekirina serdema Esed" bi nav kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Hejmara şehîdên sivîl derket 7an û hejmara birîndaran jî gihîşt 54an ku piraniya wan jin û zarok in."
Asayîşê destnîşan kir ku ev qurbanî encama êrişên hovane ne ku komên i hikûmeta Şamê bi tank, top û dronan li ser deverên niştecihbûnê pêk tînin.
"Kiryarên rejîma Esed tînin bîra me"
Asayîşê tekez kir ku ev êriş li gel dorpêçeke xeniqîner a bi tankan tê kirin û ragihand:
"Ev dîmen wan kiryarên rejîma Beşar Esed tînin bîra me, ji aliyê bikaranîna heman hincetên derew û heman rêbazên zordar ve ku pişta xwe didin hedefgirtina sivîlan û hêza leşkerî ji bo teslîmgirtina taxan."
Rewşa aliyê hikûmetê
Şerê giran ê li bajarê Helebê di navbera Asayîş û Artêşa Sûriyeyê de kete roja sêyem.
Rêveberiya Tenduristiyê ya Helebê ragihand ku li taxên di bin kontrola hikûmetê de (wekî Meydan) 4 sivîl hatine kuştin û 18 kes birîndar bûne.
Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê jî kuştina leşkerekî û birîndarbûna 5 leşkeran piştrast kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse