Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji ber koça dawî ya hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên sersaxî jê re xwest.
Îro hevjîna Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên Carolina Montessoriya ku xelka Holandayê ye koça dawî kir.
Nêçîrvan Barzanî jî ji ber koça dawî ya Carolina Montessoriyê di peyamekê de sersaxî ji Fuad Husên û malbata wî re xwest.
Di peyama sersaxiyê de Nêçîrvan Barzanî got:
“Ji ber koça dawî ya hevjîna birayê xwe Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên sersaxiyê jê re dixwazim.
Ez ji dil hevbeşê xema wan im.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku Xweda ruhê merhûmê bi dilovaniya xwe şad bike û sebrê bide wî, zarokên wî, malbat û xizmên wan.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse