PWK, PSK û HAK-PAR li Amedê ji bo cejnê çûn serdana hev

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan PWK PSK HAK-PAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) li Amedê bi boneya Cejna Qurbanê çûn serdana hev.

Heyeta PWKyê ya ku ji Serokê Teşkîlata Amedê ya PWKyê  Yusuf Aydin û rêvebirên PWKyê Mehmet Alî Yilmaz û Mehmet Bîlen pêk hatibû, îro li Amedê çû serdana HAK-PAR û PSKyê  û cejna her du partiyan pîroz kir.

Li HAK-PARê, Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê Mustafa Okumuş û rêvebirên HAK-PARê Giyasettîn Demîrbaş, Vasfî Kahraman, Turan Îl, Abdullah Çelebî û rêvebirê berê yê HAK-PARê Paşa Akdogan heyeta PWKyê pêşewazîya kir.

Li PSKyê jî Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel û rêvebirên PSKyê heyeta PWKyê pêşewazîya kir.

Eynî rojê, Serokê Teşkîlata Amedê ya HAK-PARê  Mustafa Okumuş û heyteke HAK-PARê û Serokê Teşkîlata Amedê ya PSKyê Musa Çelîk û heyeteke PSKyê cuda cuda PWK ziyaret kirin û wan cejna PWKyiyan pîroz kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê PWKyê Mehmet Can Azbay, Vahît Aba û rêvebirên PWKyê heyetên PSK û HAK-PARê pêşewazî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst