Hewlêr (Rûdaw) - Kompanyaya lêkolînan a ORCyê encamên 'Lêkolîna Meylên Siyasî ya Tebaxa 2025an' a ku li Amedê kiriye bi raya giştî re parve kir.
Rapirsiya ku di navbera 1-6ê Tebaxa 2025an de bi beşdariya 1450 kesî hat kirin.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê Yekşemê hilbijartina giştî hebe, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat pirsîn.
Li gorî encamên rapirsiyê, DEM Partî bi rêjeya ji sedî 51,2yan li Amedê di rêza yekem de ye.
Ev encam nîşan dide ku partî li bajêr pozîsyona xwe ya bihêz diparêze.
AK Partî duyem, CHP sêyem e
Di lêkolînê de AK Partî bi rêjeya ji sedî 20,6an di rêza duyem de ye û Partiya Gel a Komarî (CHP) jî bi ji sedî 11,7an li pey wê tê.
Li dû van her sê partiyan, rêjeya dengên partiyên din di bin ji sedî 3an de dimîne.
Rêjeya dengên partiyên din
Dabeşkirina dengên partiyên din ên di rapirsiyê de cih girtine û yên di bin bijardeya “Yên din” de wiha ye:
- Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 2,6
- Partiya Tevgera Neteweperest (MHP): Ji sedî 2,4
- ÎYÎ Partî: Ji sedî 2,0
- Partiya Saadetê: Ji sedî 1,8
- Partiya Yekîtiya Mezin (BBP): Ji sedî 1,7
- Partiya Xwemalî û Niştimanî (YMP): Ji sedî 1,7
- Partiya Kilîdê: Ji sedî 1,2
- Partiya Zaferê: Ji sedî 0,7
- Yên din: Ji sedî 2,4
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse