Hewlêr (Rûdaw) - Heyeteke Brîtanî ziyaret Rojavayê Kurdistanê kir û ragihand, “Brîtanya wekî beşek ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, dê têkoşîna li dijî vê gefê û hevkariya bi HSD û hevkarên din re bidomîne.”
Heyeteke Brîtanyayê ku ji Berpirsa Siyasî ya Maseya Sûriyeyê Niamh Connolly û Konsula Brîtanyayê ya Hewlêrê Charlotte Dixon pêk dihat, 5ê Tebaxê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ziyaret kir.
Li gorî malpera Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, heyet ji aliyê Alîkarê Hevserokê Daîreyê Robil Beho, Endamê Desteya Rêveber a Daîreyê Xalid Îbrahîm, Şêwirmendê Deriyê Sînorî yê Pêşxabûr-Sêmalkayê Rojhat Elî û nûnera Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Lana Hisênê ve hat pêşwazîkirin.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan "rewşa giştî ya Sûriyeyê, bipêşketinê li Rojavayê Kurdistanê û dan û standinên ku bi Şamê re tên kirin" gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de, mekanîzmaya entegrekirina saziyên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Rêveberiya Xweser di nav pêkhateya hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de û her wiha mijara pêşîlêgirtina jinûveaktîfbûna "komên terorîst" ên wekî DAIŞê hat nîqaşkirin.
"Em dê têkoşîna li dijî DAIŞê û hevkariya bi HSD û hevkarên din re bidomînin"
Heyeta Brîtanyayê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Em dizanin ku rewşa mirovî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber şerê ku zêdetirî 13 salan e didome, gelekî dijwar bûye.
Brîtanya dê bi rêya bernameyên alîkariya mirovî piştgiriya parastina sivîlan û başkirina rewşa kampan bidomîne.
Em dê li gorî pêdiviyên mirovî yên li herêmê xebatên xwe bidomînin.
DAIŞ gefên xwe li Sûriye, Îraq û herêmên din didomîne û binpêkirinên xwe yên li dijî sivîlan berdewam dike.
Brîtanya, wekî beşek ji Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê, dê têkoşîna li dijî vê gefê û hevkariya bi HSDyê û hevkarên din re bidomîne.”
Heyetê her wiha spasiya HSDyê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve Îlham Ehmedê û nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê kir.
Di dawiya serdanê de, li gorî belgeyeke fermî ya ku di navbera Rêveberiya Xweser û Keyaniya Yekbûyî de hatiye îmzekirin, zarokekî Brîtanî yê ji malbateke DAIŞê radestî şandeyê hat kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse