Hewlêr (Rûdaw) - Di du qezayên trafîkê de yên li ser rêyên Selawa-Merîwan û Seqiz-Baneyê yên parêzgeha Sineyê 2 kes mirin û 7 kes jî birîndar bûn.
Di yek ji qezayan de ku doh qewimî du otomobîl li ser rêya Seqiz-Baneyê ya parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê li hev qelibîn û ji ber ku agir bi wan ket, 2 rêwî mirin.
Birêvebirê Giştî yê Hawarçûnê yê Sineyê Babek Hudayî ragihand ku di qezayê de kesek jî birîndar bûye û piştî dermankirina destpêkê wan ew veguhastiye nexweşxaneyeke bajarê Seqizê.
Babek Hudayî sedema qezayê bi “bixewveçûn û leza zêde” ya şofêran ve girê da.
Babek Hudayî her wiha da zanîn ku di qezayeke din a trafîkê de li ser rêya Selawa-Merîwanê du otomobîl li hev qelibîne û ji ber wê şeş kes birîndar bûne.
Tîman hemû birîndar veguhastin nexweşxaneyeke bajarê Merîwanê.
Li gorî raporeke Beşa Hawarçûnê ya Sineyê ji 21ê Tîrmehê heta 21ê Tebaxê hezar û 269 qezayên trafîkê hatine tomarkirin û di encamê de 2 hezar û 200 kes birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse