Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya di navbera Hemedan û Sineyê de di qezayeke trafîkê de 14 kes birîndar bûn.
Birêvebirê Beşa Hawarçûnê ya Nexweşxaneyên Parêzgeha Sineyê ya Rojhilatê Kurdistanê Babek Hudayî ragihand:
“Demjimêr 04:00an destê sibehê li ser rêya sereke ya di navbera Hemedan û Sineyê de qezayeke trafîkê çêbû û di encamê de 14 kes birîndar bûn.”
Babek Hudayî got, “Ew 14 kes di otobusekê de bûn û endamên tîmeke gulaşê bûn.”
Babek Hudayî her wiha anî ziman: “Ew tîm ji pêşbirkekê vedigeriya û li nêzîkî Silêman Abadê qeza kiriye.”
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê salane hejmareke zêde ya welatiyan di qezayên trafîkê de dimirin û birîndar dibin.
Li gorî Saziya Tiba Dadî ya Îranê, ji 21ê Adara 2024an heta 21ê Adara 2025an, herî kêm 20 hezar û 45 kes di qezayên trafîkê de mirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse