Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Nexweşxaneya Xalid Fecirê ya li Taxa Şêx Meqsûdê ragihand ku di şerê şeva borî de sivilek hatiye kuştin û nêzîkî 50 kesên din jî birîndar bûne.
Mihyedîn Hemoyê ku yek ji birêvebirên nexweşxaneyê ye, ji Rûdawê re eşkere kir ku êriş li ser taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên li Helebê pêk hatine. Hemo da zanîn ku rewşa yekî ji birîndaran giran e.
Mihyedîn Hemo her wiha diyar kir ku ji ber lihevkirinê şer rawestiyaye.
Endamê Encumena Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Helebê Mihemed Emîn Elîko jî ji Rûdawê re rewşa dawî nirxand.
Mihemed Emîn Elîko piştrast kir ku niha li her du taxan "bêdengiyeke bitirs" heye. Wî da zanîn ku îro ji bo ragihandina agirbestê dê gereke din a dan û standinan were lidarxistin.
Li taxên Kurdan ên Helebê, doh piştî nîvro di navbera xelkê û hêzên hikûmeta Şamê de alozî derket.
Rayedarên Kurd ên herêmî diyar kir ku her 7 rêyên çûnûhatinê yên her du taxan hatine girtin.
Hevseroka Meclisa Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêman ji Rûdawê re û got, "Çekdarên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve her 7 rêyên çûn û hatinê yên her du taxan bi temamî girtine."
Şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, li dijî danîna rêbendan û girtina rêyan çalakiyeke protestoyî li dar xist û hêzên hikûmeta Sûriyeyê bi gaza rondikrêj êrişî xelkê kir.
Piştî van aloziyan çekdarên hikûmeta Sûriyeyê bi çekan êrişî xelkê kir û di navbera çekdaran û hêzên Ewlehiya Hundirîn ên her du taxan de pevçûn derket.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse