Hewlêr (Rûdaw) – Endamê Komîteya Navendî ya YNKyê Qubad Talebanî ji bo beşdariya gotûbêjên avakirina hikûmeta nû ya Îraqê diçe Bexdayê.
Berdevkê Ofîsa Qubad Talebanî Semîr Hewramî ji Rûdawê re diyar kir ku îro şandeyeke Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi serokatiya Qubad Talebanî diçe Bexdayê û bi serkirde û aliyên siyasî yên Îraqê re dicive.
Semîr Hewramî ragihand ku armanca serdana şandeya YNKyê gotûbêjkirina li gel aliyên siyasî ye ku taybet e bi pêkanîna hikûmeta bê ya Îraqê.
Semîr Hewramî derbarê gotûbêjên pêkanîna hikûmeta paşerojê ya Îraqê de got:
"YNK wekî beşek ji hêzên siyasî yên bibandor, dê beşdarî wan rêkeftinan bibe ku biryar e ji bo pêkanîna hikûmetê û diyarkirina siyaseta hikûmraniya paşerojê ya Îraqê bên kirin."
YNKyê di hilbijartinên dawî yên Parlamentoya Îraqê de 18 kursî bi dest xistin.
Şîeyan jî di nava Çarçoveya Hevahengiyê de xwe wekî fraksiyona herî mezin ragihand.
Pênc aliyên sereke yên Sunneyan jî Encûmena Siyasî ya Niştimanî pêk anî.
Her wiha heta niha fraksiyonên Kurdan niha ti hevpeymanî pêk neanîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse