Qubad Talebanî: Em ji bo avakirina hikûmetê amade ne

23-11-2025
RÛDAW
Qubad Talebanî\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Qubad Talebanî\ Wêne û Vîdeo:Rûdaw
Nîşan Qubad Talebanî YNK PDK Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qubad Talebanî ragihand ku ew amade ne bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re dest bi dan û standinên avakirina hikûmetê bikin.

Talebanî her wiha amaje bi wê yekê jî kir ku kabîneya bê ya Îraqê dê pirsgirêka meaş û petrolê bi awayekî bingehîn çareser bike.

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Endamê Polîburoya Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Qubad Talebanî li Silêmaniyê li konferanseke rojnamevaniyê de li ser gelek mijarên girêdayî avakirina hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê axivî.

"Em ji bo dan û standinan amade ne "

Qubad Talebanî behsa dan û standinên YNK û PDKyê yên ji bo avakirina kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û got, "Me heta dema germ a bangeşeya hilbijartinên Parlamentoya Îraqê gotûbêjên xwe domandin.

Niha bangeşe xelas bû, hilbijartin hatin kirin. Em wekî YNKyê ji bo destpêkirina gotûbêjan amade ne da ku em bigihîjin encameke dawî û kabîneya 10emîn a hikûmetê ava bikin."

Di ser hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê re zêdetirî salek derbas bûye lê heta niha kabîneya 10emîn a hikûmetê nehatiye avakirin.

Talebanî di berdewamiyê jî de got, "Ji roja yekem ve avakirina kabîneya nû ya hikûmetê karê me yê sereke bûye û niha jî dê bibe karê me yê sereke."

Qubad Talebanî derbarê babeta dubarekirina hilbijartinan jî axivî û got, "Ez bi xwe hîn di mijara hilbijartinê de me lewma eger dubare bibe, ez ji bo wê jî amade me."

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê her wiha got, "Gelek caran rexne li parlamenteran tê kirin ku beşdarî rûniştinan nabin.

Sûcê wan nîne. Sedem ew e ku me û PDKyê nekariye li ser çarçoveya avakirina hikûmetê li hev bikin."

Qubad Talebanî amaje bi amadebûna YNKyê ya ji bo hilbijartinan jî kir û got:

 "Ez bawer nakim ku hikûmeteke serkeftî bêyî YNKyê bê avakirin.

Ev rastiyek e lewma ew gefên ku dibêjin 'em dê bêyî YNKyê hikûmetê ava bikin', bi min tenê gef in."

Di hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an de, PDKyê 39 kursî û YNKyê 23 kursî standibûn.

"Yek ji sê postên sereke yên Îraqê para Kurdan e"

Qubad Talebanî li ser encamên hilbijartina Parlamentoya Îraqê û li ser postên Kurdan ên li Bexdayê jî got:

"Heta niha aliyên Kurdistanî di wê baweriyê de ne ku posta serokomariyê para Kurdan e lê em dê bibînin ka gotûbêj digihîjin kû derê.

Em dizanin ku pêwîstiya Îraqê bi hevsengiyekê heye. Sê postên sereke li vî welatî hene.

Serokomar, Serokwezîr û Serokê Parlamentoyê. Ji ber vê yekê, divê yek ji van sê postan para Kurdan be."

Talebanî her wiha got, "Nêrînek heye ku Îraqeke bihêz di zerera Kurdistanê de ye lê ez berevajî vê yekê dibînim û bi min Îraq bihêz be, Kurdistan jî bihêz dibe.

Em wekî Kurdistan ti sûdê ji Îraqeke lawaz nabînin. Ji ber vê yekê, bi min siyaseta dûrbûnê ya ji Bexdayê siyaseteke şaş e."

Qubad Talebanî amaje bi çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê jî kir û got:

“Em jî wekî YNKyê û tîma Kurdistanî bi giştî, di çarçoveya destûra Îraqê de ji bo yasaya gaz û petrolê kar dikin.

Bi min eger ew pirsgirêk çareser bibe, pirsgirêka meaş jî ku pê ve girêdayî ye, di kabîneya bê ya Îraqê de namîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst