WAN - Xelk bi keran avê dikişîne lê fatûreya avê tê

2 demjimêr berê
Gundê Şikeftiyê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Gundê Şikeftiyê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Gundê Şikeftiyê Wan Elbak Av
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Şikeftiyê yê navçeya Elbakê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber nebûna avê gundî neçar in ku avê bi keran ji kaniyan bikişînin lê tevî vê yekê fatûreyên avê ji wan re tên şandin.

Li gundê ku 150 mal û hezar û 200 şênî lê dijîn, tora avê nîne û pîver (saetên avê) nehatine danîn.

Niûtecihê gund ê bi navê Cangîr Aybar diyar kir ku ew avê bi keran û bi destan dikişînin û got:

"Niha ava me nîne. Em bi keran avê dikişînin û fatûre ji bo me tên.

Ava vê taxê hemû ev e. Av nîne ev çi fatûre ne hatine? Bila dewlet alîkariya me bike."

"Em dê gilî bikin"

Gundî dibêjin ku berpirsan "li gorî kêfa xwe" û bi awayekî neheq fatûre nivîsîne.

Heta hat îdiakirin ku fatûre ji bo wan malan jî hatine şandin ku ev 15 sal in vala ne.

Niştecihê gund ê bi navê Şemsettîn Arslan jî bertek nîşan da û wiha axivî:

"Dewlet bila were, vê avê çêbike û pîveran girê bide û bila em jî heqê wê bidin.

Ava Çemê Berereşê girê dane û ew jî ava tiwalet û hemaman e ku ji xelkê re tê. Ma xelk dê pereyê çi bide?"

Şêniyên gund amadehiyê dikin ku li dadgehê giliyê vê rewşê bikin û dixwazin pirsgirêka wan a avê bê çareserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst