Li Dêr Hafirê topbaran: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Dêr Hafir Topbaran Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku koma "Emşatê" ya hikûmeta Sûriyeyê navenda bajarokê Dêr Hafirê topbaran kiriye û 3 sivîl birîndar bûne. Her wiha HSDyê li çoltera Reqayê droneke xwekuj xistiye xwarê.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê êrişên dawî yên li herêmên Dêr Hafir û Reqayê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, îro koma "Emşatê" ya hikûmeta Şamê bi topên giran û hawanan êrişî navenda bajarokê Dêr Hafirê kiriye.

Zarok bûn armanc

HSDyê diyar kir ku di vê êrişa ku deverên niştecihbûnê kirine armanc de 3 sivîl birîndar bûne ku du ji wan zarok in.

Nasnameyên birîndaran wiha ne:

  • Melek Rakan El-Cerab (16 salî)
  • Ebdullah Merdelî (17 salî)
  • Mihemed Rakan El-Cerab (25 salî)

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku topbaranê gundê Um Edesê yê li rojhilatê Dêr Hafirê jî kiriye armanc lê heta niha derbarê ziyanên li wî gundî agahiyên piştrastkirî nehatine bidestxistin.

Droneke xwekuj hat xistin

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanên wan piştî nîvro li bajarokê Cerniyeyê yê li çoltera rojhilatê Reqayê droneke xwekuj a heman komê xistiye xwarê.

Hat destnîşankirin ku di vê bûyerê de ti ziyanên canî û madî çênebûne.

HSDyê tekez kir ku ev êrişên hevwext gefeke rasterast li ewlehiya sivîlan û aramiya herêmê dixwin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk destnîşan kir ku ew dê ji bo parastina şêniyan tedbîrên pêwîst wergirin û bi tundî bersiva êrişên li deverên sivîlan bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst