Li Helebê hejmara miriyan zêde dibe: 12 sivîl hatin kuştin

20 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) Taxa Eşrefiyeyê Taxa Şêx Meqsûdê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmara kuştî birîndarên êrişên artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêx Meqsûd p Eşrefiyeyên yên bajarê Helebê zêde bn.

 Li gorî amarên ku heta niha hatine piştrastkirin, 12 sivîlan canê xwe ji dest daye û 64 kes jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê Asayîşê eşkere kir ku êrişên dijwar ên li ser taxên Kurdan didomin.

Asayîşê ragihand ku ji ber hilweşîna avahiyan a di encama bombebaranê de, hîn sivîl di bin kavilan de ne.

Ev êriş bi rêya tank, topên hawanê û dronan li ser taxên niştecihbûnê yên ku sivîl lê dijîn tên kirin.

Komên çekdar Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêx Meqsûdê topbaran kir

Artêşa Erebî ya Sûriyeyê êrişî nexweşxaneyeke li taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê kir. Li nexweşxaneyê gelek birîndar û nexweş hebûn.

Çekdarên ku ev 3 roj in bi hemû cure çekên giran êrişî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dikin, vê carê nexweşxane kir hedef.

Li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine ragihandin, çekdaran Nexweşxaneya Xalid Fecir a li Şêx Meqsûdê topbaran kir.

Di wê nexweşxaneyê de gelek nexweş û birîndar dihatin dermankirin. Êrişên li ser taxên Kurdan ên Helebê yên ji aliyê komên çekdar ve bêrawestan didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst