Hêvîn Silêman: Çekdaran 3 roj in nikariye gavekê jî bi pêş de werin

18 demjimêr berê
RÛDAW
Dîmenekî êrişan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Dîmenekî êrişan\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şerê li Helebê Taxa Şêx Meqsûdê Taxa Eşrefiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê Hêvîn Silêmanê ragihand ku hêzên artêşa Ereban a Sûriyeyê bi tank û çekên giran sivîlan dikin armanc.

Hêvînê got, "Sê roj in çekdar nekarîne gavekê jî bi pêş ve werin."

Hêvîn Silêman bû mêhvana bultena saet 19:00an a Rûdawê û zanyariyên dawî yên derbarê şer û pevçûnên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê parve kirin.

Hêvînê diyar kir ku êrişên komên çekdar artêşa Ereban Sûriyeyê ve didome.

Ji ber ku wan di nava van sê rojan de nekarî her du taxan kontrol bikin, dest bi bikaranîna çekên giran kiriye.

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê got,"Bi tank û çekên giran sivîlan dikin armanc.

Ji ber vê yekê hejmara kuştî û birîndaran zêde dibe. Di her du taxan de rewşeke gelekî giran heye.

Bi van hemû çekan û êrişên dijwar dixwazin li van taxan komkujiyê bikin."

Hêvînê her wiha eşkere kir ku hêzên çekdar dixwazin her du tax werin valakirin. Li gel vê yekê êrişî nexweşxane û cihên giştî jî dikin.

Siyasetmedara Kurd bi rêya Rûdawê bangî hemû aliyên peywendîdar û welatan kir ku ji bo aramkirina rewşê bixebitin û got,"Em dixwazin her kes ji bo rawestandina êrişan zextê bike.

Em dixwazin pirsgirêk bi rêya diyalogê werin çareserkirin."

“Sê roj in çekdar nekarîne gavekê jî bi pêş ve werin”

Hêvînê derbarê bersivdayîna Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê wiha domand:

"Li dijî du taxên biçûk tankên giran bi kar tînin. Heta niha kes nekarî ye bikeve nav taxan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li her du taxan parastinê dikin. Li beramberî vê yekê sê roj in çekdar nekarîne gavekê jî bi pêş ve werin."

Hevseroka Encumena Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê di peyama xwe ya dawî de got,"Niha li dijî gelê me komkujî tê kirin. Sivîl û zarok bêsedem tên kuştin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst