Plana Mega hat eşkerekirin: Bajarên Kurdan li derve hatin hiştin

1 demjimêr berê
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Nîşan Tirkiye Bajarên Kurdan Herêmên Pîşesaziyê yên Mega Mehmet Kaya Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Plana master a Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê ku pêşbînî dike li 13 bajaran 16 "Herêmên Pîşesaziyê yên Mega" werin avakirin, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.

Lê belê di projeyê de cihnegirtina bajarên Kurdan, bû sedema berteka cîhana kar a li herêmê.

Pîşesaziya Megayê dê li kû derê bê avakirin?

Li gorî Plana Master a Pîşesaziya Megayê ya ku di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, korîdora pîşesaziyê ya Mêrsîn-Samsûnê dê li ser rûberekî 59 hezar hektarî were avakirin.

Ev korîdor dê bajarên wekî Aksaray, Amasya, Enqere, Eskîşehîr, Hatay (Hassa), Karaman, Kastamonu, Qeyserî, Kirşehîr, Konya, Nevşehîr, Nîgde û Yozgatê li xwe bigire.

Li gorî planê, li ser xeta ku ji Mêrsînê heta Samsûnê dirêj dibe dê herêmên pîşesaziyê yên mezin bên avakirin.

Di nav hincetên planê de belavkirina barê pîşesaziyê yê li Herêma Marmarayê ber bi Anatolyayê ve û hevsengkirina koçberiyê cih digirin.

Bajarên Kurdan li derve hatin hiştin

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) Mehmet Kaya diyar kir, sîstema teşwîqê ya ku ji salên 1960î ve tê bicihkirin newekheviya herêmî zêde kiriye.

Kaya anî zimên ku dibe plana nû jî encameke wiha derxe holê.

Serokê DTSOyê Kaya li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

"Dema em li belavkirina teşwîqê ya 60 salên dawî dinêrin, beşa herî mezin a veberhênanan çûye herêmên 1emîn û 2yemîn.

Herêmên 5emîn û 6emîn jî pareke gelekî sînordar stendiye. Vê rewşê koçberî zêdetir kiriye."

Kaya diyar kir ku rêjeya nifûsa ciwan a 13 bajarên hatine hilbijartin nêzîkî navîniya Tirkiyeyê yan jî di bin wê de ye.

Kaya her wiha destnîşan kir ku li bajarên wekî Amed, Riha, Mêrdîn û Êlihê rêjeya nifûsa ciwan a di navbera 15-24 saliyê de ji sedî 20î zêdetir e.

Serokê DTSOyê Kaya got, "Tesîsên pîşesaziyê ne veberhênanên 3-5 salî ne, veberhênanên 50 salî ne.

Eger hûn nifûsa ciwan û sermayeya mirovî li ber çavan negirin, dê herêmên pîşesaziyê yên organîzeyî yên bêkêr derkevin holê."

Kaya da zanîn ku eger plan neyê sererastkirin, dibe ku ji bajarên Kurdan ber bi Anatoliyaya Navîn ve pêleke nû ya koçberiyê dest pê bike.

"Divabû li bajarên ser sînorê Rojhilata Navîn bihata avakirin"

Serokê Komeleya Pîşesaz û Karsazên Başûrêrojhilatê (GUNSÎAD) Şah Îsmaîl Bedîrhanoglu jî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.

Bedîrhanoglu li dervehiştina bajarên Kurdan wekî "kêmasî û bextreşiyeke mezin" nirxand.

Bedîrhanoglu bal kişand ser wê yekê ku bajarên Kurdan xwedî potansiyeleke girîng in ku dikarin ji bejahiyê ve bigihêjin Rojhilata Navîn, bi taybetî jî Sûriye û Îraqê.

Wî diyar kir, bi taybetî herêmên pîşesaziyê yên organîzeyî yên li Amedê êdî têr nakin û demeke dirêj e ew li bendê ne ku veberhênanên Pîşesaziya Mega li wir bên kirin.

Bedîrhanoglu anî zimên ku herêm di warên çandinî, enerjî, madenkarî û geştiyariyê de xwedî potansiyeleke girîng e.

Her wiha wî destnîşan kir ku nêzîkbûna bi sînorê Îraq û Sûriyeyê re ji bo bazirganiya derve avantaja stratejîk pêşkêş dike.

Bedîrhanoglu got, "Eger Tirkiye modelek nû ya bipêşketina herêmî bike armanc, divê veberhênanên pîşesaziya mega tam jî li van bajarên sînorî bên avakirin."

Her wiha wî bang kir ku Amed, Mêrdîn û Êlih jî li planê werin zêdekirin.

Dibe pêleke nû ya koçberiyê dest pê bike

Li gorî nûnerên herêmê, eger plana heyî were bicihkirin, dibe ku nifûsa ciwan vê carê li şûna Stenbol, Bursa û Îzmirê berê xwe bide wan deverên ku dê pîşesaziyên mega lê werin avakirin.

Nûnerên cîhana kar tekez dikin ku divê polîtîkayên ewlehiyê nekevin pêşiya plankirina aborî.

Nûner daxwaz dikin ku li ser armanca bipêşketina herêmî, bajarên Kurdan jî li projeyên pîşesaziya mega werin zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst