Rêveberiya Xweser: Heta niha koçberên Helebê negihîştine herêmên me

21 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heleb Şêx Meqsûd Eşrefiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Ofîsa Kar û barên Koçber û Penaberan a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed ragihand ku ji ber girtina rêyan, heta niha ti koçber ji Helebê negihîştiye Rojavayê Kurdistanê.

Hevserokê Ofîsa Karûbarên Koçber û Penaberan a Desteya Karûbarên Civakî û Kar a Rêveberiya Xweser Şêxmûs Ehmed, derbarê rewşa dawî ya koçberên Helebê ji Rûdawê re axivî.

Şêxmûs Ehmed diyar kir ku doh pêleke koçberiyê ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dest pê kiriye û got:

"Beşek ji wan ber bi navenda Helebê ve û beşek jî ber bi Efrînê ve çûn ku bi eslê xwe xelkê Efrînê bûn."

"Rê girtine, derman derbas nabe"

Şêxmûs Ehmed destnîşan kir ku heta niha ti koçber ji wan her du taxan negihîştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Li gorî daxuyaniya Şêxmûs  Ehmed, sedema vê yekê ew e ku komên çekdar ên ser bi hikûmeta Sûriyeyê ve rêya di navbera Heleb û herêmên Rêveberiya Xweser de girtine.

Şêxmûs Ehmed anî zimên ku rê nayê dayîn ne xwarin, ne av û ne jî derman bigihêjin her du taxan.

Pirsgirêka cihê hewandina koçberan

Şêxmûs Ehmed derbarê şiyanên Rêveberiya Xweser ên ji bo pêşwazîkirina koçberan jî got ku derfetên herêmên wan têra hewandina hejmareke zêdetir a koçberan nake.

Şêxmûs  Ehmed sedem vê yekê jî wiha vegot:

"Ji ber ku heta niha cih ji bo koçberên Şehba û Til Rifetê nehatiye peydakirin, yên ku beriya zêdetirî salekê ji deverên xwe hatibûn derxistin."

Şêxmûs Ehmed tekez kir ku ew çekdar dixwazin koçberiyeke mezin bidin destpêkirin û xelkê ji malên wan derxînin, lewma bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku rê nedin vê yekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst