Li Xurmatûyê welatiyekî Kurd ji aliyê hevalê xwe ve hat kuştin

33 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Xurmatû Hemze Midhet Selahedîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Welatiyekî Kurd li navçeya Xurmatûyê ji aliyê hevalê xwe ve hat kuştin û kujer jî hat girtin.

Çavkaniyeke ewlehiyê ya ji parêzgeha Selahedînê ji Rûdawê re ragihand ku îşev welatiyekî Kurd ê bi navê "Hemze Midhet" ji aliyê hevalê xwe ve hatiye kuştin.

Lêkolîn didome

Bûyer li taxa Hey Cumhûrî ya li Xurmatûyê qewimiye û polîs ji bo zanîna sedema kuştinê derbarê bûyerê de lêkolînê dike.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku kujerê wî welatiyê Kurd (E. B.) bûye û piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Birêvebiriya Polîsê Selahedînê li ser bûyerê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyekê hat eşkerekirin ku bûyer “tawaneke kuştinê ya takekesî ye ku di encama serxweşiyeke zêde de qewimiye, ku tawanbar bi demançeyê gule berdaye û di encamê de kesek hatiye kuştin.”

Her wiha hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê piştî gihîştina agahiyê bi lez karîne “tawanbar li gorî yasayan bigirin û dest deynin ser çeka tawanê (demançe) û şûşeyên vexwarinên alkolî yên li cihê bûyerê.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst