Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê nasnameyên 8 şervanên xwe eşkere kirin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ev şervan di dema bersivdayîna êrişên komên çekdar ên hikûmeta veguhêz a Şamê de şehîd ketine.
HSDyê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku şervanên wan ji bo parastina rûmeta gelê xwe û parastina mafên wan canê xwe feda kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku şehîd di parastina destkeftiyên şoreşê de bûne mertaleke xurt û li hemberî hemû hewlên ku hebûna wan dikin hedef sekinîne.
HSDyê tekez kir ku berxwedana şervanan ne tenê ji bo parastina axê, di heman demê de ji bo azadî, edalet û jiyaneke birûmet e.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku xwîna şehîdan ji bo wan peymanek e da ku heta serkeftin û edalet pêk tê rêya wan bidomînin.
HSDyê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soz da ku ew dê li ser prensîbên wan bimeşin û parastina mafên gelê xwe bidomînin.
Nasnameyên şervanan:
1. Mizgîn Jiyan
Navê rast: Şukran Yildiz
Navê dayîkê: Hemîde
Navê bav: Şerîf
Cihê jidayîkbûnê: Îzmîr
Cih û dîroka şehadetê: Kobanî – 26ê Kanûna Paşîn a 2026an
2. Kemal Qoser
Navê rast: Ferîd Abî
Navê dayîkê: Şukran
Navê bav: Xidir
Cihê jidayîkbûnê: Mêrdîn
Cih û dîroka şehadetê: Kobanî – 26ê Kanûna Paşîn a 2026an
3. Hemê Tifşo
Navê rast: Ehmed Hecî
Navê dayîkê: Nazê
Navê bav: Hecî
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Cih û dîroka şehadetê: Qamişlo – 5ê Kanûna Paşîn a 2026an
4. Mordem Girê Spî
Navê rast: Îshaq Ehmed
Navê dayîkê: Saliha
Navê bav: Xelîl
Cihê jidayîkbûnê: Girê Spî
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor – 18ê Kanûna Paşîn a 2026an
5. Demhat
Navê rast: Hisên Şêxo
Navê dayîkê: Wehîde
Navê bav: Ebdulqadir
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor – 3yê Kanûna Paşîn a 2026an
6. Şervan Serê Kaniyê
Navê rast: Sileman Mihemed
Navê dayîkê: Edle
Navê bav: Mehmûd
Cihê jidayîkbûnê: Sirrîn
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor – 18ê Kanûna Paşîn a 2026an
7. Mehmûd Kobanî
Navê rast: Mihemed Bekir
Navê dayîkê: Ayşe
Navê bav: Nebo
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Cih û dîroka şehadetê: Kobanî – 26ê Kanûna Paşîn a 2026an
8. Mezlûm Kobanî
Navê rast: Mehmûd Salih Mislim
Navê dayîkê: Xedîce
Navê bav: Mihemed
Cihê jidayîkbûnê: Kobanî
Cih û dîroka şehadetê: Dêrezor – 18ê Kanûna Paşîn a 2026an
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse