HSDyê nasnameyên 8 şervanan eşkere kirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Şervan Şer Şehîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nasnameya 8 şervanên xwe eşkere kirin ku di dema bersivdayîna êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyeyê û komên çekdar de şehîd ketine.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser şehadeta 8 şervanan daxuyaniyek belav kir.

HSDyê diyar kir ku şervanên wan li cih û demên cuda di dema parastina axê û bersivdayîna êrişan de canê xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedana şervanan nîşaneya pêbendbûna wan a bi azadî û edaletê ye.

HSDyê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û “soza domandina têkoşînê da ku daxwazên gelê xwe bi cih bînin.”

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên li ser nasnameyên şervanan wiha ne:

Diyar Ereb
Navê Rastî: Amir Hilal Hec
Navê Dayîkê: Neîme
Navê Bav: Xemîs
Cihê Jidayîkbûnê: Jub Hamad Şelal
Cih û Dîroka Şehadetê: Zirgan - 22yê Kanûna Paşîn a 2026an

Ferat Mamît
Navê Rastî: Hemede Mihemed Hec Xelîl
Navê Dayîkê: Emîne
Navê Bav: Ehmed
Cihê Jidayîkbûnê: Kobanî
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa - 18ê Kanûna Paşîn a 2026an

Mîtan Welat
Navê Rastî: Hesen Hecî
Navê Dayîkê: Roza
Navê Bav: Mihemed Emîn
Cihê Jidayîkbûnê: Girkê Legê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa - 18ê Kanûna Paşîn a 2026an

Mezlûm Girkê Legê
Navê Rastî: Alan Omar
Navê Dayîkê: Xalîse
Navê Bav: Mihemed Emîn
Cihê Jidayîkbûnê: Girkê Legê
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Koçer - 20ê Kanûna Paşîn a 2026an

Qehreman Xelîl
Navê Rastî: Azad Xelîl
Navê Dayîkê: Asya
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayîkbûnê: Kobanî
Cih û Dîroka Şehadetê: Tebqa - 18ê Kanûna Paşîn a 2026an

Armanc Dirbêsiyê
Navê Rastî: Armanc Ebas
Navê Dayîkê: Zahîde
Navê Bav: Ebdilezîz
Cihê Ji Dayîkbûnê: Dirbêsiyê
Cih û Dîroka Şehadetê: Reqa - 18ê Kanûna Paşîn a 2026an

Harûn Eqreb
Navê Rastî: Ehmed Mistefa
Navê Dayîkê: Xalîse
Navê Bav: Xelîl
Cihê Jidayîkbûnê: Belûriyan
Cih û Dîroka Şehadetê: Sirîn - 20ê Kanûna Paşîn a 2026an

Mehmûd Hec Xelîl
Navê Rastî: Mehmûd Hec Xelîl
Navê Dayîkê: Medîne
Navê Bav: Elî
Cihê Jidayîkbûnê: Eyn Îsa
Cih û Dîroka Şehadetê: Çelebî - 28ê Kanûna Paşîn a 2026an

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst