QAMIŞLO - Xelk nikare cilên cejnê ji zarokên xwe re bikire

08-04-2024
RÛDAW
QAMIŞLO - Xelk nikare cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
QAMIŞLO - Xelk nikare cilên cejnê ji zarokên xwe re bikirin
Nîşan Qamişlo Cejna Remezanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê xelk ji ber bihabûnê nikare cil û bergên Cejna Remezanê ji zarokên xwe re bikire.

Xelk dibêje ku dikandar qezenceke zêde dixin ser cil û bergan û pir biha difiroşin lê bazirgan jî dibêjin ku ew biha dikirin ji ber wê neçar in ku biha bifiroşin.

"Zehmet e"

Dayîkeke ji Qamişloyê li ser bihabûnê got:

“Bi Xwedê tişt gelekî biha ne û li gel dahata xelkê naguncin.

Kesên 3-4 zarokên wan hebin dê çawa karibin cilên nû ji wan re bikirin? Zehmet e.”

Dayîk gazinan ji qezencên zêde dikin ku bazirgan û dikandar cejnê wekî derfetekê dibînin.

Dayîkeke din a şêniya Qamişloyê jî anî ziman:

“Divê qezenc dolarek an du dolar bin, ne 5, 10 û 15 dolaran bin.

Bi rastî keysbaziyeke mezin li Qamişlo û navçeyên heye, bêhtir jî ji aliyê bazirganên Qamişloyê ve.”

Bazirgan û dikandar jî bihabûna kelûpel û cil û bergên cejnê bi çend sedemên lojîstîkî ve girê didin.

“Bihabûna kelûpelan diyardeyeke cîhanî ye”

Firoşkarekî cil û bergan jî li ser bihabûnê da zanîn:

“Bihabûna kelûpelan diyardeyeke cîhanî ye, çi cil û berg bin an tiştên din, her tişt di destpêka demsalê de biha ye.

Niha dema cejnê û hatina havînê ye, lewra bazirgan vê yekê wekî derfetê dibînin.

Hevdem pirsa veguhastinê jî li Sûriyeyê di dema şer de bandoreke wê ya zêde heye, veguhastin biha ye.”

Daketina zêde ya nirxê lîreyê Sûrî û danûstandina bi dolar a di kirîn û firotinê de li bazarên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wiha kiriye ku jiyana ji sedî 90ê xelkê gelekî zehmet bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst