Bakirhan li ser êrişa li Bêrecûkê: Kes nikare me bitirsîne

08-05-2024
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Bêrecûk Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê DEM Partiyê li ser êrişa li navçeya Bêrecûka Rihayê got, “Kes nikare me bitirsîne.”

Li navçeya Bêrecûkê ya Rihayê bi çekan êrişî ôfîsa DEM Partiyê hat kirin.

Bûyerê îro berê sibehê derdoha saet 03:30î li yaxa Meydanê rû da û 14 gule li pencereyên ofîsê ketin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li ser êrişa çekdarî ya li avahiya partiya wan a li navçeya Bêrecûka Rihayê li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe de got:

“Em ji vir bangî dizên îradeyê dikin, kesên bêşerm ên ku bi bertîlê hewl didin endamên meclîsê ragirin û belengazên ku difikirin ku rêxistinên me yên navçeyê bi guleyan ditirsînin, cihê xwe bizanibin.

Bi gulebaranên nîvê şevê ti kes nikare me bitirsîne ku em dest ji doza xwe ya mafdar berdin.

Gelê Bêrecûkê van kesan û yên ku çeteyan diparêzin û çavdêriyê li wan dikin baş nas dike.

Îradeya gelê Bêrecûkê diyar e, dest ji vê bêrêziya li hemberî gel tê kirin berdin.”

Çi bûbû?

Di hilbijartinên 31ê adarê de DEM Partiyê li Bêrecûkê ji sedî 56ê dengan standibûn û bûbû partiya yekem.

Mehmet Begîtê ku endamê DEM Partiyê bû û bûbû serokê Şaredariya Bêrecûkê lê piştî demekê ji DEM Partiyê îstifa kiribû.

Rêxistina Bêrecûkê ya DEM Partiyê bi rêya hesabê xwe yê medyaya civakî da zanîn ku li avahiya wan xisara madî çêbûye.

DEM Partiyê diyar kir ku xizmên Mehmet Begît rêvebirên partiyê tehdîd dikirin û paşê jî vê êrişê rû daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst