Li Mêrdînê pevçûn: Kuştiyek, 10 birîndar

08-06-2025
Nîşan Mêrdîn Pevçûn Kuştî û Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdawê) - Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê du malbat pevçûn û kesek mir û 10 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyan, îro li gundê Qubalayê yê Mêrdînê di navbera du malbatan de ji ber sedemeke nediyar pevçûn derket û her du aliyan bi çekan êrişî hevdû kir.

Di encama pevçûnê de 11 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 11 birîndar birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê lê birîndarê bi navê Ahmet B. li nexweşxaneyê mir.

Derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin û li gund tedbîrên ewlehiyê hatin wergirtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst