HISÎÇA - Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan dest pê kir

08-08-2025
RÛDAW
Nîşan Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê “Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyan” dest pê kir.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî tevlî konferansê dibin.

“Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakurrojhilatê Sûriyeyê” ya ku hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê tîne cem hev îro li Navenda Çand û Hunerê ya li taxa Xwîranê ya Hisîçayê dest pê kir.

Beşdariyeke xurt ji bo konferansê heye û tê payîn ku tê de biryarên girîng ên ku dê paşeroja herêmê diyar bikin werin standin.

Di serî de nûnerên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) û Meclisa Jinan a Bakurrojhilatê Sûriyeyê, nûnerên komên etnîkî yên Kurd, Ereb, Siryan, Ermen û Tirkmenan ên li herêmê beşdarî konferansê bûn.

Her wiha, nûnerên civakên Durzî û Elewiyan jî peyam şandin û piştgirî dan konferansê.

Serokê Ruhanî yê Durziyan Şêx Hîkmet Hecerî peyameke vîdeoyî ji konferansê re şand.

Piştî axaftinên destpêkê, dê nûnerên HSD, MSD û Meclisa Jinan derbarê rewşa heyî û paşeroja herêmê nirxandinan bikin.

Piştre dê nûnerên pêkhateyên etnîkî û olî biaxivin û nêrînên xwe pêşkêş bikin.

Di saetên pêş de, dê civîn bi xwendina daxuyaniya encamnameyê ya ku bi tevkariya beşdaran hatiye amadekirin, bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst