Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Kadir Çat piştî konsera li parêzgeha Rihayê ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.
Meclîsa Ciwanan a Partiya Çepên Kesk (YSP) a Rihayê ya Bakurê Kurdistanê di çarçoveya kampanyaya “Li dijî şerê taybet têkoşîneke bi heybet” de li navçeya Xelîliyeyê li holeke dawetê konserek saz kir
Hunermend Kadir Çat jî beşdarî konserê bû.
Hunermend Çat piştî konserê bi hinceta ku di stranên xwe de “propagandaya PKKyê” kiriye hate desteserkirin û polîsan ew bir Rêveberiya Ewlekariyê ya Rihayê.
Çat bi îdiaya ku bi strana Kemal Pîr, “pesnê endamên PKKyê” daye hat tawanbarkirin.
Çat di îfadeya xwe de got:
“Beriya niha jî sala 2010an li Rihayê û di sala 2023yan li Aydinê ji ber vê stranê îfadeya min hate wergirtin û doz hate vekirin. Min ji her du dozan jî beraat kir.”
Piştî karên îfadeyê li Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê Kadir Çat ji bo wergirtina rapora tenduristiyê birin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan.
Hunermend Kadir Çat li wê derê hate berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse