Du keçên Kurd ji ber redkirina xwazgîniyên xwe hatin kuştin

08-11-2021
RÛDAW
Nîşan Kurd Kirmaşan Rojhilatê Kurdistanê Kuştin Keçên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Du keçên Kurd ên ji Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku daxwaza zewacê ya xwazgîniyên xwe red kirine, ji aliyê xwazgîniyên xwe ve bi gulleyan hatine kuştin.

Fermandarê Polîsê Kirmaşanl, Elîriza Dilêrî ragihandiye, roja Pêncemiya bihorî 4ê Mijdara 2021an keçek bi navê Arezû Ulfetî bi gulle hatiye kuştin, berî bûyerê bi çend rojan xwazgînî jê re çûbû, lê wê bersiva nerênî dabû.

Elîriza Dilêrî daye xuyakirin, “bikuj wê keçê bi xwe re dibe derve û bi gulleyan wê dikuje.”

Di bûyereke din de, li gor raporta rêxistina Hengaw bo mafên mirovan, keçeke din a Kirmaşanî ya bi navê Nîgar Ehmedî ya 27 salî ji ber ku daxwaza zewacê ya xwazgîniyê xwe red kiriye, roja înê 5ê Mijdara 2021an hatiye kuştin.

Li gor wê raportê, bikujê Nîgar Ehmedî navê wî Saman Yarî ye û xelkê bajarê Urmiyê û ji etnîka Azerî ye. Dema keça Kirmaşanî ji bo xwendina li zanîngeha Urmiyê bûye, li wê derê hevdu nas kirine û xortê Azerî çend caran çûye xwazgîniya keçikê, lê ew daxwaza zewaca wî qebûl nekiriye.

Di raportê de hatiye gotin, bikuj ku navê wî Saman e, roja Înê 5ê Mijdara 2021an bi hevkariya du hevalên xwe, keçika Kurd Nîgar Ehmedî revandine û birine nêzîk bajarê Esed Abad a parêzgeha Hemedanê li rojavayê Îranê, li wê derê destdirêjî kiriye ser keçikê û paşê jî kuştiye.

Bikuj paşê xwe radestî hêzên polîs kiriye.

Rêxistina Hengaw bo Mafên Mirovan ji zarê kesekî nêzîk ji wê keça Kirmaşanî ve ragihandiye, “Roja Înê merasimeke me ya malbatê ya jidayikbûna yek ji endamên malbatê hebû û em li benda vegera Nîgarê bûn, bendewariya me gelek dirêj kir û mobala wê jî girtî bû, lewra em gelek dilgiran bûn, şev polîs em ji bûyera kuştina Nîgarê agahdar kirin.”

Bi gotina hevaleke Nîgar Ehmedî, beriya çend salan Nîgarê li zanîngeheke Urmiyê di beşa Hiqûqê de xwendina xwe qedandibû û her li wê zanîngehê jî wê û Saman hevdu nas kiribûn û Saman di çend salên bihorî de çend caran çûbû xwazgîniya Nîgarê, lê belê Nîgarê red kiribû ku pê re bizewice.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst