AMED - Erdogan dê beşdarî mîtînga partiya xwe bibe

09-03-2024
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Hilbijartin Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê dê ji bo kampanyaya partiya xwe ya ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31ê Adarê, 20ê Adarê li Amedê be û beşdarî mîtînga partiya xwe bibe.

Di meha Remezanê de jî dê propagandayên ji bo hilbijartinên 31 Adarê berdewam bin.

Li gorî zanyariyan Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan dê beşdarî mîtîngên li çend parêzgehan bibe.

Li gorî bernameyê, 20ê Adarê li Amedê mîtînga AK Partiyê heye û Erdogan dê beşdar bibe ku dê li Qada Stasyonê were lidarxistin.

Piştî wê bi rojekê 21ê Adarê jî Newroz e û her sal bi beşdariya hejmareke zêde ya xelkê tê pîrozkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e