Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan (HUDA PAR), Mehmet Yavuz ji ber nexweşiya peceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Yavuz heyamek bû ku bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li Nexweşxaneya Onkolojî ya Zanîngeha Dîcle ya Amedê dihat dermankirin.
Li gor agahiyan, Cîgirê Serokê Giştî yê HUDA PARê, Mehmet Yavuz şeva bihorî derdora saet 01:00 li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê ji ber giraniya nexweşiyê, canê xwe ji dest da.
Malbata Yavuz cenazeyê wî ji morga nexweşxaneyê wergirtin û li navçeya Kolik a Semsûrê spartin axê.
Mehmet Yavuz zewcîbû û 4 zarokên wî hene. Yavuz pêştir di nav refên HUDA PARê de, wekîliya Serokê Giştî yê partiyê jî kiribû.
Şeş meh berî niha deretibû holê ku Mehmet Yavuz bi nexweşiya penceşêrê ketiye û bo dermankirinê bo nexweşxaneyê hatibû veguhastin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse