HSDyê li ser êrişên komên çekdar daxuyanî da

09-08-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Hikûmeta Şamê Komên Çekdar Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û niha di bin sîwana Hikûmeta Şamê de ne, agirbestê bi awayekî dubare bin pê dikin.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, di encama zêdetirî 22 êrişan de li Dêrezor, Til Temir û derdora Bendava Tişrînê, herî kêm 11 sivîl birîndar bûne.

"Zêdetirî 22 êrişan hatin kirin"

HSDyê diyar kir ku komên çekdar zêdetirî 22 caran bi çekên giran û êrişên bejayî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine hedef.

Her wiha hatiye eşkerekirin ku hewldaneke ji bo derbasbûna ji Çemê Feratê û êrişkirina ser baregehên HSDyê yên li Dêrezorê jî pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de amaje bi tevgerên biguman ên li derdora taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê jî hat kirin û ev yek wekî binpêkirina Peymana 1ê Nîsana 2024an hat binavkirin.

"Peymana Ebdî û Şer di metirsiyê de ye"

HSDyê tekez kir ku ev êriş li dijî ruhê peymana di navbera Ehmed Şer û Fermandarê Giştî Mezlûm Ebdî de ne.

Di beşeke din a daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Tevî ku me heta niha xwe ragirtiye jî, berdewamiya van êrişan gefê li baweriya hevbeş dixwe û lihevkirinan dixe metirsiyê."

Bang li Şamê û civaka navneteweyî hat kirin

HSDyê, Hikûmeta Şamê ji van binpêkirinan bi tevahî berpirsiyar dît û xwest ku bi lez hemû êriş werin rawestandin. Her wiha bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku van binpêkirinan bişopînin û rêzgirtina li peymanan misoger bikin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew ji bo diyalogê amade ne lê di heman demê de ji bo parastina maf û ewlehiya gelê xwe dê hemû gavên pêwîst bavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst