Hemû partiyên Kurd li ser Kerkûkê li hev kirin

09-09-2019
RÛDAW
Aliyên Kurdistanî konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş encam dan
Aliyên Kurdistanî konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş encam dan
Nîşan Kerkûk Kurdistan Hilbijartin
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) - Partiyên Kurdistanî li Kerkûkê biryar dan bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinan bibin. Navê lîsteya Partiyên Kurdistanî jî, ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ ye.

Peyamnêrê Rûdawê Herdî Mihemed, ragihand ku civîna aliyên siyasî yên Kurdistanî li Kerkûkê, li ser asta bilind li binkeya Partiya Kominîst a Kurdistanê bi dawî hat. Di civînê beşdarbûna aliyên siyasî yên Kurdistanî bo beşdarbûna hilbijartinên li Kerkûkê bi lîsteyeke hevbeş, hat gotûbêjkirin.

Di encama civînê de aliyên Kurdistanî, li hev kirin ku bi lîsteyeke hevbeş beşdarî hilbijartinên Kerkûkê bibin. Navê lîsteya hevbeş a aliyên Kurdistanî jî, ‘Kerkûk Kurdistanî’ ye.

Piştî civîna aliyên siyasî, konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş hat encamdan û Berpirsê Komîteya Parêzgeha Kerkûkê yê Partiya Kominîst a Kurdistanê, Şêx Sidiq Ehmed, daxuyaniya hevbeş a aliyên Kurdistanî xwend û diyar kir ku li ser çend xalan li hev kirine.

Xalên ku partiyên Kurdistanê li ser li hev kirine;

-Hemû aliyên Kurdistanî yên ku beşdarî civînê bûne, biryar dane ku bi lîsteya ‘Kerkûk Kurdistanî ye’ beşdarî hişbijartinên encûmena parêzgeha Kerkûkê bibin.

-Daxwaz ji encûmena parêzgeha Kerkûkê dikin ku di nêziktirîn derfet de, kombûna xwe ya asayî encam bide û berbijêrê lîsteya birayetiyê weke parêzgariyê Kerkûkê namzed bike.

-Berdewamî bi kombûnên li gel Mîsyona Netewên Yekbûyî ya Iraqê didin, bo piştevaniya asayîkirina rewşa Kerkûkê.

-Daxwz ji hemwelatiyên Kerkûkê dikin bi taybetî jî Kurdistaniyan ku serdana navenda tomarî  bayometrî bikin û karta dengdanê derbixin.

-Daxwazê ji serkirdayetiyên partiyên Kurdistanî dikin civîna lûtkeyî bikin bo palpiştiya vê biryara girîng a me.

-Careke din tekeziyê li ser sererastkirina yasaya hilbijartina encûmena parêzgehan hatiye kirin.

-Li ser hemû wan xalên partiyên siyasî li ser li hev kirine, tekeziyê li ser pêkvejiyana aştiyane ya hemû pêkhateyên parêzgeha Kerkûkê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst