Termên du keçên Kurd hatin dîtin ku 4 roj bû winda bûn

09-09-2020
RÛDAW
Nîşan Kurdistan Çemçemal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Termên du keçên Çemçemalî ku ew çar roj bûn winda bûn, li nêzîk goristana bajêr hatin dîtin. Polîs dibêje, “zanyarî gihîştiye me ku ew du keç ji aliyê bavê xwe ve  hatine kuştin û me dest bi lêkolînê kiriye.”

Dema çar rojan bû ku du keçên xelkê qezaya Çemçemlê ku ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye, bêserûşûn bûn û polîs derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kiribû.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Çemçemalê, Şerîf Rehîm ji Rûdawê re ragihand: “Kêliyek berî niha Polîsê Çemçemalê daxwaza otomobîla veguhastina terman li me kir, termên du keçan dîtine, ku li nêzîkî goristana gundê Birayim Axa ye ku çend xûlekan ji navenda qezaya Çemçemalê dûr e.”

Şerîf Rehîm dibêje, “weke tê gotin, ew herdu keç ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin, termên wan keçan li derveyî goristanê bi axê hatine spartin, biryar e termên wan bêne derxistin û bo nexweşxaneyê bêne veguhastin.”

Polîsê Çemçelê dibêje, wan derbarê gotegotên ku behsa kuştina wan keçan ji aliyê bavê xwe ve dikin, dest bi lêkolîan kiriye.

Rêveberê Polîsê Çemçemlê, Mihemed Ebdî ji Rûdawê re ragihand: “Piştî zanyarî gihîşte me ku ew du keç ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin, me demildest dest bi lêkolînê kiriye.”

Destpêkê hin zanyarî hatibûn belavkirin, ku termên wan herdu keçan li nav Çemê Hacî Îbrahîm li navçeya Şivan li sînorê qezaya Çemçemlê hatine veşartin, lê Rêveberê Polîsê Çemçemalê dibêje, piştî gelek lêgerînan, ti asewareke terman li vî cihî nehatin dîtin.

Derbarê malbata wan du keçan de jî, Rêveberê Polîsê Çemçemalê dibêje: “Malbata wan di maleke kirê de dijîn, piştî dengoya ku ew keç ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin, em çûne mala wan, lê ti kes lê nebû. Telefona bavê wan jî girtî ye û nayê zanîn li kuderê ye.”

Mihemed Ebdî diyar jî kir, heta niha ti kesî gilî nekiriye û doz nevekiriye, lê Dozgerê Giştî derbarê bûyerê de dosye vekiriye û bi xwe dosyeyê dişopîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst