Fewzî Herîrî bi şandeyeke bazirganiyê ya Amerîkayê re civiya / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî şandeyeke hevbeş a Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê û şirketên curbicur ên Amerîkayê pêşwazî kirin.
Di hevdîtinê de ku hejmarek berpirsên Amerîka û Herêma Kurdistanê amade bûn, pêwendiyên aborî û bazirganî yên di navbera her du aliyan de û derfetên veberhênanê hatin gotûbêjkirin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.
Serokatiyê da zanîn ku serokatiya şandeya Amerîkayê ji aliyê Birêvebirê Kar û Barên Rojhilata Navîn ê Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê Steve Lutes ve hat kirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Washingtonê, Cîgirê Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Odeya Bazirganiyê ya Amerîka-Kurdistanê jî di hevdîtinê de amade bûn.
Di gotûbêjan de "girîngiya bipêşxistin û berfirehkirina pêwendiyên aborî û bazirganî di hemû waran de hat tekezkirin".
Serokatiya Herêma Kurdistanê her wiha da zanîn:
"Derbarê çawaniya zêdekirina hevkarî û hevahengiyê û peydakirina derfetên kar û veberhênanê ji bo kompanyayên Amerîkî li Herêma Kurdistanê, bi taybetî di warên enerjî, banka, teknolojî û hişê çêkirî de gotûbêj hatin kirin."
Fewzî Herîrî spasiya hewlên Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê ji bo xurtkirina pêwendiyan kir.
Herîrî her wiha piştgiriya xwe ya tam ji bo biserxistina karê hevbeş ê aborî û bazirganî bi Amerîka û kompanyayên wê re nîşan da.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî "beşdariya kompanyayên Amerîkî ya di pêvajoya bipêşxistina binesaziya Herêma Kurdistanê girîng dît."
Di dawiya hevdîtinê de şandeya hevbeş a Odeya Bazirganiyê ya Amerîkayê û kompanyayan kêfxweşiya xwe bi serdana Herêma Kurdistanê anîn ziman û pesnê hevkarî û piştgiriyên Herêma Kurdistanê û rola wê ya bibandor dan.

Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse