Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê zarokeke 9 salî dema ji dibistanê vedigeriya bi ber lehiyê ket û xeniqî.
Parêzgarê Kerkûkê Rêbiwar Teha ji Rûdawê re axivî û piştrast kir ku termê wê zarokê hatiye dîtin.
Nûçegihanê Rûdawê yê Kerkûkê Herdî Mihemed ragihand ku li nahiyeya Leylanê, zaroka bi navê Beyar Îsa ya 9 salî dema ku ji dibistanê vedigeriya malê lehiyê ew bi xwe re biriye.
Li gorî zanyariyên Herdî Mihemed beriya demekê termê wî zarokî hat dîtin.
Parêzgarê Kerkûkê Rêbwar Teha jî ji Rûdawê re axivî û got, "Ew zaroka ku xeniqiye şêniyê gundê Ferqanê ye û 9 salî ye. Lingê wî şemitiye û ketiye nav avê."
#GRAFÎK - Pêleke baranê Başûrê Kurdistanê da ber xwe
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 9, 2025
Ji ber barana gur li gelek bajaran lehî rabû û bû sedema mirinan
🔴Zaroka bi navê Beyar Îsa ya 9 salî li gundê Ferqanê yê Kerkûkê di lehiyê de xeniqî pic.twitter.com/mg7aJtrLD8
Ji doh ve pêleke baranê Herêma Kurdistanê girtiye û li gelek deverên Kerkûk û Silêmaniyê wê lehî rabû.
Ji bilî ziyanên madî û astengiyên trafîkê, ziyanên canî jî çêbûn.
Li navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê zilamekî 80 salî û keçeke 23 salî ji ber lehiyê mirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse