Peyama Nêçîrvan Barzanî ya li ser lehiyê: Aliyên pêwendîdar hatin erkdarkirin

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Lehî Çemçemal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyên lehiya Çemçemalê re xwest.

Barzanî ragihand ku piştgiriya wan a tam ji bo xelkê herêmê heye û aliyên pwendîdar hatine erkdarkirin ku ji bo parastina can û malên welatiyan hemû hewlan bidin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li ser ziyanên lehiya li navçeya Çemçemalê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got, "Bi mixabiniyeke mezin nûçeya mirina 2 welatiyan û birîndarbûna hejmareke din a li navçeya Çemçemalê ji ber lehiyê gihîşt min."

"Ez hevparê xema wan im"

Nêçîrvan Barzanî sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest û got:

"Ez hevparê xema wan im. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku giyanê qurbaniyan bi rehma xwe şad bike û aramiyê bide hemûyan."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha hêviya başbûnê ji birîndaran re xwest.

"Aliyên pêwendîdar hatin erkdarkirin"

Serokê Herêma Kurdistanê li ser hewara ziyandîtiyan got:

"Em di vê rewşa nexwestî de piştgiriya xwe ya tam ji bo xelkê xweşdivî yê Çemçemalê û ziyandîtiyên lehiyê ducare dikin."

Di beşeke din a peyamê de Nêçîrvan Barzanî amaje bi wê yekê da ku aliyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine erkdarkirin ku bi hawara mexdûran ve biçin.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir, "Divê ew ji bo parastina can û malên welatiyan û bipêşkêşkirina alîkariya pêwîst hemû hewlan bidin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst