Karsazên Kurdistanê bi rêya Rûdawê diçin hawara Çemçemal û deverên din

4 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Renc Sengawi Çemçemal Tora Medyayî ya Rûdawê Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) Pêşkêşkarê navdar ê Kurdistanê Renc Sengawî, îşev di bernameya "Ligel Renc" de bi milyaran dînar kom dike û pêşkêşî mexdûrên lehiya Kurdistanê dike.

Di bernameyê de zêdetirî 10 karsaz û sermayedarên Kurdistanê, alîkariya ziyandîtiyên lehiyê dikin.

Renc Sengawî ji bo mexdûrên Çemçemalê di 48 deqeyan de 3 milyar û 711 milyon û 400 hezar dînar kom kirin

Ew dê bi milyaran dînar ji sermayeya xwe pêşkêşî xelkê ziyandîtî yên li bajar û deverên cuda yên Kurdistanê bikin; bi taybetî ew kesên ku lehiyê mal û halê wan nehîştiye û tiştek ji wan re nemaye.

Renc Sengawî ku ezmûneke wî ya serkeftî di komkirina alîkariyê de heye di maweyê kêmtir ji 24 demjimêran de karî bi milyaran dînar ji bo mexdûrên lehiyê dabîn bike.

Ew karsazên ku li bajarên cuda biryar daye alîkariya xelkê bikin, di bernameyê de axivîn û hûrgiliyên beşdariya xwe ya di vê pêngavê de anîn zimên

Alîkarî bi rêya komîsyonekê tê belavkirin

Piştî komkirina pereyan, dê bi rêya lijneyeke pispor û li gorî yasa û rêkarên darayî yên Kurdistanê, alîkarî li xelkê were belavkirin.

Renc Sengawî ku stêrkeke geş a Rûdaw û medyaya Kurdistanê ye, di demên tengasiyê de ji bo xelkê mexdûr pêşengê çanda komkirina alîkariyan e.

Sengawî berê jî çend caran pêngavên wiha ragihandine. Sala 2015an bi navê "Rencî Şehîdan" alîkarî ji bo malbat û zarokên Pêşmergeyên şehîd ên şerê DAIŞê kom kiribû.

Her wiha dawiya sala 2017an dema erdheja Derbendîxanê jî bi heman awayî pêngavek ragihandibû.

Komkirina alîkariyê ya vê carê ji bo deverên ziyandîtî ye ku navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê herî zêde ziyan dîtiye.

Tora Medyayî ya Rûdawê û Renc Sengawî dê pereyên komkirî radestî "Komîsyona Vejînê ya Çemçemalê" bikin da ku li xelkê hêja û mexdûr ên Çemçemal û deverên din were belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst