Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen ragihand ku ji ber şerê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, nêzîkî 150 hezar kesî berê xwe daye Efrînê.
Ehmed Hesen diyar kir ku rewşa koçberan di vê zivistanê de gelekî zehmet e û pêdiviya wan bi alîkariyên bilez heye.
Serokê Encumena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen beşdarî bultena Rûdawê bû û pirsên Warşîn Salihê bersivandin.
Ehmed Hesen li ser rewşa koçberên ku ji Helebê diçin Efrînê got:
"Bi rastî rewşeke gelekî zehmet e. Xelk di vê sar û sermayê de vedigere.
Ew ji ber şer reviyane û tenê bi cilên li ser xwe hatine.
Di vê çilê zivistanê de rastî zehmetiyeke mezin tên."
Hesen spasiya xelkê Efrînê, ENKS, Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî û rêxistinên civaka sivîl kir ku koçberan pêşwazî dikin û hewl didin pêdiviyên wan dabîn bikin.
"Nêzîkî 150 hezar kesî vegeriyane"
Ehmed Hesen derbarê amara kesên ku vegeriyane Efrînê da zanîn:
"Hejmar gelekî bilind e. Ne kêmî 3 hezar malbatî ne.
Derdora 130 heta 150 hezar kesî derbasî herêma Efrînê bûne."
Hesen diyar kir ku tevî hemû hewldanan, hinek kes hene ku xaniyên wan û xizmên wan li Efrînê nînin û rewşa wan gelekî dijwar e.
Pêdiviyên lezgîn
Serokê Encumena Xwecihî ya Efrînê destnîşan kir ku pêdiviya koçberan bi alîkariyên mirovî heye û got:
"Pêdiviya wan bi betanî, sobe û amûrên germkirinê heye.
Em bangî Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî, Neteweyên Yekbûyî û hemû rêxistinên mirovî dikin ku bilez alîkariya van mirovan bikin."
Ehmed Hesen li ser şerê li Helebê jî peyamek da û xwest ku şer were rawestandin:
"Em bangî her du aliyan dikin ku ev şer bisekine.
Şer li nav bajêr û di navbera avahiyan de dibe sedema karesatan.
Li wan deran nêzîkî milyonek kesî dijîn.
Em hêvîdar in ku bi rêya diyalogê li hev bikin ku xwîn nerije."
Hesen di dawiya axaftina xwe de bangî xelkê Efrînê yê li Helebê kir û got:
"Em bangî xelkê xwe dikin, eger neçar man derkevin, bila berê xwe bidin Efrînê, gund û warên xwe.
Bila neçin cihekî din û nekevin koçberiyeke nû."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse