Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Metroyê ragihand ku Diyar Kurde ne tenê nûçegihanê Rûdawê bû, wî dengê bi milyonên Kurdan gihand Koşka Spî.
Navendê diyar kir ku baldarikirina Serokê Amerîkayê ya li ser dorpêça Kurdên Helebê "ji bo Diyar Kurde û Rûdawê erk e, ji bo me jî cihê şanaziyê ye."
Piştî ku doh Berpirsê Ofîsa Tora Medyayî ya Rûdawê ya Washingtonê Diyar Kurde dengê Kurdan û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê gihand Serokê Amerîkayê Donald Trump, îro Navenda Metroyê daxuyaniyek belav kir.
Damezrînerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb got, "Diyar li welatekî mezin wekî dîplomatkarekî mezin ê Kurd e."
Navenda Metroyê di daxuyaniya xwe de got, "Diyar Kurde ne tenê nûçegihanê Rûdawê bû, ew nûçegihanê wan bi milyonên kesan bû ku bi rêya ekranên televîzyonê û telefonên xwe çavê wan li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ye.
Nûçegihanê serkeftî yê Rûdawê di konferansên rojnamegeriyê yên Serokê Amerîkayê de pirsa dilê her kesî ji Serok Donald Trump kir."
“Diyar Kurde wekî dîplomatkarekî mezin e”
Damezrînerê Navenda Metroyê Rehman Xerîb ji Tora Medyayî ya Rûdawê re jî got:
"Hebûna Diyar û rola wî, mîna hebûna dîplomatkarekî mezin e li welatekî mezin ê wekî Amerîkayê.
Diyar Kurde çavê hemû bîneran hînî wê yekê kiriye ku di her konferanseke mezin a cîhanî de be, pirsaxelkê digihîne cihê wê."
Navenda Metroyê di beşeke din a daxuyaniyê de amaje bi rewşa cîhanê kir û got:
"Em dizanin ku cîhan dilreqtir bûye, berjewendiyan parastina mafên mirovan kêm kiriye.
Em ji ber tiştên ku li dijî xelkê sivîl li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê diqewimin xemgîn in û ji ber bêdengiya civaka navneteweyî hêrsbûyî ne.
Di vê demê de baldarikirina Serokê Amerîkayê ya li ser wê neheqî û dorpêçê, ji bo Diyar Kurde û Rûdawê erk in û ji bo me jî cihê şanaziyê ne."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse