Kerkûk (Rûdaw) - Di Dîdara Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kerkûkê de, li şûna zimanê Kurdî, nivîs û tabloyên Erebî balê dikişînin; ev dîmen ne tenê li zanîngehê, li bazar û kolanên bajêr jî bûye rastiyeke tal.
Sîmaya Kurdî ji kolan, bazar daîreyên fermî û enstîtuyên zanîngehên Kerkûkê hêdî hêdî tê jêbirin; li şûna wê, tabloyên bi Erebî û Îngilîzî serdest in.
Mamosteyên zanîngehê û berpirs hişyariyê didin ku eger rê li ber vê xemsariyê neyê girtin, zimanê Kurdî li bajêr dê bibe zimanekî bêdeng û windayî.
Tevî ku li gorî destûrê, zimanê Kurdî zimanekî fermî ye lê li kolan û enstîtuyên Kerkûkê ev ziman hatiye piştguhxistin.
Beşdarên Dîdara Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Kerkûkê û endamên Encumena Parêzgeha Kerkûkê hişyariyê didin ku sîmaya Kurdî li nav bazar û saziyên îdarî yên bajêr winda dibe.
Yekemîn Dîdara Wêjeya Kurdî li Enstîtuya Perwerdeyê ya Zanîngeha Kerkûkê tê lidarxistin.
Mijar ziman û wêjeya Kurdî ye lê piraniya nivîsên “Dîdara Kurdî” bi zimanê Erebî ne.
"Em nahêlin zimanê Kurdî li vî bajarî lawaz bibe"
Mamosteyê Zanîngehê Baxewan Ubêd li ser vê mijarê ji Rûdawê re got,"Me li gelek navendan daxwaz kiriye ku ji aliyê kalîteyê ve girîngî bi zimanê Kurdî were dayîn.
Niha zimanê Kurdî heye û tê xwendin lê cihê xwendinê xirab e û kêmasiya pêdiviyan heye.
Me gelek caran daxwaza dabînkirina pêdiviyên wan kiriye. Bi îzna Xwedê em nahêlin zimanê Kurdî li vî bajarî lawaz bibe."
Li bazarên nû Kurdî nîne
Bazareke nû ev hefteyek e li Kerkûkê vebûye, hemû tabloyên dikanan bi zimanên Erebî û Îngilîzî hatine nivîsandin.
Xwediyê projeyê Berhem Elî ji Rûdawê re got, "Li vê bazarê Kurd, Ereb û Tirkmen hene û xelk azad e bê ka bi kîjan zimanî dinivîse.
Eger di destê min de bûya, min dixwest bi Kurdî bûya. Ez nikarim vê yekê bikim merc û li ser hemûyan bisepînim, ji ber ku dibe ku ew ne Kurd bin."
Dikandar Wirya Elî jî nerazîbûna xwe nîşan da û got, "Ez daxwazê ji hemû xwediyên dikan û pîşeyan dikim ku zimanê Kurdî jî li kêleka zimanê Erebî û Tirkmenî binivîsin, ji ber ku ti astengiyek nîne û ji aliyê destûrî ve jî zimanê Kurdî zimanekî fermî yê naskirî ye."
Li daîreyên hikûmetê Kurdî hatiye jibîrkirin
Di nivîs û tabloyên beşek ji daîre û saziyên hikûmetê de jî zimanê Kurdî hatiye piştguhxistin û tenê bi zimanê Erebî hatine nivîsandin.
Endamê Encumena Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd li ser vê yekê got, "Zimanê Kurdî li gorî destûra Îraqê mîna zimanê Erebî zimanekî fermî ye.
Lewma eger li sazî û dezgehan nehatibe danîn, em dixwazin me agahdar bikin da ku em bi birêvebirên wan daîreyan re biaxivin û tevdîrên pêwîst bistînin."
Li her quncikeke vê parêzgehê, piraniya herî zêde ya tabloyên dikan û cihên giştî bi zimanê Erebî hatine nivîsandin.
Zimanê Kurdî li bajêr ew qasî kêm bûye ku bi zorê çavê mirov bi tîpên Kurdî dikeve.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse