Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya sê gerîlayên ku li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku 3 gerîlayan li Başûrê Kurdistanê di êrişên hêzên Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.
Li gorî agahiyên ku HPGyê dane, nasnameyên her sê gerîlayan wiha ne:
Cîhan Hîvron: Navê wê yê fermî Lînda Xeyrî Hecî ye û ew ji Şingalê ye.
Sarya Lorîn: Navê wê yê fermî Pelda Dogrî ye ew ji Ameda Bakurê Kurdistanê ye.
Ozgur Serhildan: Navê wî yê fermî Refik Demir e û ew ji Wanê ye.
Li gorî daxuyaniyê; Cîhan Hîvron sala 2016an, Sarya Lorîn û Ozgur Serhildan jî sala 2014an tevî refên gerîlayan bûne.
Her wiha HPGyê da zanîn her sê gerîlayan 25ê Çiriya Paşîn a 2019an di êrişeke Tirkiyeyê de li Başûrê Kurdistanê jiyana xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse