Nasnameyên 8 gerîlayan hatin eşkerekirin (Di daxuyaniyê de wêneyê Laleş Munzur nîne) / Wêne: Rûdaw Grafîk
Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 8 gerîlayan eşkere kir ku li Bakurê Kurdistanê di demên cuda de canê xwe ji dest daye.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê got, "Em hevrêyên xwe Pale, Şevger, Zagros, Harun, Têkoşîn, Sefkan, Laşer û Çiyager bi hurmet bi bîr tînin."
Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameyên wan 8 gerîlayan wiha ne:
Pale Rêvan: Navê wî yê fermî Abdî Ekmekçî ye, ji Mûşê ye. 24ê Hezîrana 2019an li Dêrsimê canê xwe ji dest daye.
Şevger Rojger: Navê wî yê fermî Harun Sune ye, ji Şirnexê ye. 24ê Hezîrana 2019an li Dêrsimê canê xwe ji dest daye.
Zagros Zîlan: Navê wî yê fermî Îhsan Etmanî ye, ji Selmasê ye (Rojhilatê Kurdistanê). 29ê Îlona 2017an li Bestayê canê xwe ji dest daye.
Harun Civyan: Navê wî yê fermî Harun Karay e, ji Colemêrgê ye. Çiriya Paşîn a 2020î li Xerzanê canê xwe ji dest daye.
Têkoşîn Serhed: Navê wê yê fermî Serap Kaya, ji Erziromê ye. Li Dêrsimê canê xwe ji dest daye.
Sefkan Saleh: Navê wî yê fermî Ferhat Ateş e, ji Amedê ye. 3yê Tîrmeha 2020î li Dêrsimê canê xwe ji dest daye.
Laşer Munzur: Navê wî yê fermî Ercan Çetîn e, ji Dêrsimê ye. 21ê Çiriya Pêşîn a 2021ê li Dêrsimê canê xwe ji dest daye.
Çiyager Tolhildan: Navê wî yê fermî Adem Goz e, ji Wanê ye. 21ê Çiriya Pêşîn a 2021ê li Dêrsimê canê xwe ji dest daye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse