Li Wanê 47 kes hatin desteserkirin

10-08-2025
RÛDAW
Nîşan Wan Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, hefteya borî ji 47 kesên ku di demên cuda de hatibûn desteserkirin, 19 kes hatin girtin.

Parêzgariya Wanê ragihand, 47 kesên ku ji tawanên cuda derbarê wan de biryara desteserkirinê hebû di navbera 4 û 10ê Tebaxa 2025an de hatin desteserkirin.

40 kes di kontrolên pişkînînê yên cendirmeyan de ku di nav hefteyekê de hatibûn kirin de hatine desteserkirin.

7 kes jî di operasyonên cuda de hatin desteserkirin.

47 kes piştî karên îfade wergirtinê bo dadgehê hatin şandin û 19 kes ji wan bi biryara dadgehê hatin girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst