Rêveberiya Deriyê Hacî Omeran: Hatine geştiyaran berdewam e

10-09-2022
RÛDAW
Nîşan Hacî Omeran Îran Kerbela
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran ragihand, hatina ziyaretkaran bi rêya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran berdewame, ev daxuyanî piştî wê hat ku, Cîgirê Parêzgarê Urmiyê derengî şeva derbasbûyî gotibû, ji Şemiyê ve êdî çûna ziyaretkaran bo Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran radiweste.

Rêveberê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran, Mesûd Batêlî ji Radyoya Rûdawê re ragihand, “Hatina ziyaretkaran bi rêya Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran berdewam e û ne rawestiyaye. Tenê îro danê sibê 2 hezar ziyaretkar di wî deriyê navdewletî re derbas bûne.”

Batêlî got, “Ti pirsgirêk ji aliyê me ve nînin û her tişt weke berê bi hevkariya hemû saziyên pêwendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê asayî derbas dibe.”

Ev di demekê de ye, Cîgirê Parêzgarê Urmiyê bo karûbarên Civakî û Kulturî, Heyder Babayî derengiya şeva borî ragihandibû, ji îro Şemiyê ve êdî çûna ziyaretkaran bo Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran radiweste, ji bo ziyaretkaran pasaport nayên nûkirin û kaxeza taybet ya derbasbûnê jî nayê dayîn.

Sedem jî vegerandine ser qerebalixiyeke zêde û nebûna jêrxan û şiyanan e ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve, lê rêveberê Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeran ev yek red kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst