Hewlêr (Rûdaw) - Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku îsal li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 127 kes hatine kuştin.
Di nav kuştiyan de jin û zarok jî hene.
SOHRê diyar kir ku 9 mehên îsal li herêmên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê gelek tawanên kuştinê çêbûne.
Li gorî SOHRê, ev bûyerên kuştinê li parêzgehên wekî Hisîça, Dêrezor û Reqayê û her wiha li Helebê qewimîne.
Amarên 9 mehan
Rewangehê eşkere kir ku wan ji destpêka îsal ve 109 bûyerên kuştinê belge kirine.
Di encama van bûyeran de bi giştî 127 kes hatine kuştin ku ji wan 102 mêr, 17 jin û 8 jî zarok bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse