Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî got, “Em soza xwe ya parastina gel û axa xwe nû dikin.”
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) 10 sal berê hat avakirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî bi vê boneyê li ser hesabê xwe yê Xê postek parve kir.
“Ev yek vîna hemû Sûriyeyiyan nîşan dide”
Mezlûm Ebdî silav li piştgiriya gel kir û got:
“Di 10emîn salvegera damezirandina hêzên me de, em şehîdên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin û piştgiriya gelê xwe yê ku di dehsaliya têkoşînê de li kêleka me sekinî, silav dikin.
Em soza xwe ya parastina gel û axa xwe û her wiha ya ji bo bihêzkirina nirxên wekî dadmendî, beşdarî û pirrengiyê nû dikin.
Ev yek vîna hemû Sûriyeyiyan a ji bo Sûriyeyeke yekgirtî, ewle û pirdeng nîşan dide.”
في الذكرى العاشرة لتأسيس قواتنا نستذكر بإجلال تضحيات شهدائنا، ونحيي دعم شعبنا الذي رافقنا خلال عقد من النضال.
— Mazloum Abdî مظلوم عبدي (@MazloumAbdi) October 10, 2025
نجدد التزامنا بالدفاع عن شعبنا وأرضنا، وبترسيخ قيم العدالة والمشاركة والتنوع، بما يعكس إرادة جميع السوريين من أجل سوريا موحدة وآمنة وتعددية. https://t.co/wV29MwICUk
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse