Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Bêsniyê ya Semsûra Bakurê Kurdistanê, 10 hezar darên fistiq û zeytûnan ên 8 welatiyan ji aliyê kesên nenas ve hatin birîn û şikandin.
Li gorî agahiyan, darên ku li ser rûberekî 500 donimî hatibûn çandin, ji aliyê kes an kesên nasnameya wan ne diyar ve hatine jinavbirin.
Hat diyarkirin ku temenê darên fistiq û zeytûnan di navbera 2 û 10 salan de ye û piraniya wan gihîştibûn asta berdayînê.
Bûyer li herêma ku dikeve navbera gundê Akkuyu û bajarokê Kesmetepeyê rû da.
Li gorî nûçeya IHAyê nêzîkî hefteyek berê, 10 hezar darên fistiq û zeytûnan ji binî ve hatin birîn an jî şikandin.
Piştî ku xwediyên zeviyan bi rewşê hesiyan, agahî dan tîmên cendirmeyan. Cendirme çûn cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kir.
"Bila bi awayekî herî giran bên cezakirin"
Xwediyên zeviyan daxwaz kir ku berpirsyar demildest bên dîtin û bi awayekî herî giran bên cezakirin.
Yek ji xwediyên zeviyan Aynûr Arpatê diyar kir ku wê veberhênan li welêt kiriye û got:
"Ez ji derveyî welêt hatim û min li Tirkiyeyê veberhênan kir. Hemû darên min hatibûn tamandin û ber dabûn. Lê hemû darên min birîne.
Xwedikirina darên fistiqan gelekî zehmet e. Ez dixwazim ev sûc ji aliyê dewletê ve bê lêkolînkirin."
"Ev qirkirin e "
Parêzer Hicabî Yildirim jî destnîşan kir ku darên miwekîlên wî hefteya borî hatine birîn û got:
"Li vir darên fistiq û zeytûnan ên 10 salî, yanî darên ku ber didin bi awayekî hovane hatine qirkirin.
Heta niha kiryar nehatine dîtin. Zerera van mirovan gelekî mezin e. Divê lêpirsîneke bi bandor were kirin û kiryar demildest werin dîtin."
Xwediyê zeviyan Huseyîn Arslan jî bertek nîşan da û got, "Min di emrê xwe de tiştekî wiha nedîtiye. Vana qirkirin kiriye."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse